Hêzên hikûmeta Şamê deverên Idlib topbaran kir, 5 kes birînda bûn

Hêzên Hikûmeta Şamê hin deverên Idlibê topbaran kirin.
Di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku hêzên Hikûmeta Şamê bajarê Mera Misrîn topbaran kir..

Di encama topbaranê de zarokek birîndar bû..

Heman hêzê zeviyek li devera Bînînê ya Başûrê Idlibê jî topbaran kir..

Di encamê de 4 kesên ku zeytûn berhev dikirin, birîndar bûn..

Doh jî li herêma qaşo bêçek e, şer navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de derket.

Her du aliyan li eniya Mêznaz û Kefer Nûranê yên rojavayê Helebê bi çekên giran şer kirin.

Rûsyayê li çiyayê Zawiyê 3 êriş pêk anîn

Balafirên şer ên Rûsyayê jî li başûrê Idlibê li dijî eniyên Barê û Kensefra yên çiyayê Zawiyê 3 êriş pêk anîn..

Back to top button