Çeteyên Tirkiyê li Efrînê kesê bi navê Cemal Mihemed revand

Binpêkirinên dewleta Tirkiyê ên li herêmên dagirkirî û bi taybetî li Efrînê dewam dikin.
Çeteyên dewleta Tirk welatiyekî din li Efrîn revandin û 118 darên fêkiyan jî birîn.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand çeteyên dewleta Tirkiyê welatiyê bi navê Cemal Mihemed revand.

Cemal Mihemed 36 salî ye, sê zarokên wî hene û ji gundê Şêtana yê navçeya Mebatayê ye.

Tora çalakvanan diyar kir çeteyan Mihemed bi behaneya ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar kiriye revandine.

Çeteyan li navçeya Şêrawa 118 darên fêkiyan birîn

Li aliyê din talankirin û wêrankirina xwezaya Efrînê jî dewam dike.

Çeteyên koma bi navê El Hemzat 118 darên fêkiyan yên welatiyên bi navê Mistefa Omer ên li Eyn Dara birîn.

Efrîn û Guhertina Demgorafîk

Back to top button