Parlamentera Qibrisê Elenî Theocharoûs piştgirî da pêngavê

Parlamentoya Ewropayê ya berê û Parlamentera Qibrisê Elenî Theocharoûs jî piştgirî da pêngava ji bo azadiya Rêber Apo û got: “Ji bo Azadiya Abdullah Ocalan divê em hîn xurttir û şênbertir tev bigerin.”
Nivîskar û mîmara Brîtanî Sarah Glynn jî da zanîn di çareseriya pirsgirêka kurd de rola Rêber Apo sereke ye.

Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ roj bi roj berfireh dibe.

Parlamentoya Ewropayê ya berê û Parlamentera Qibrisê Elenî Theocharoûs jî piştgirî da pêngavê.

Elenî ku sala 1980’an gelê Kurd û tevgera azadiya Kurd nas dike, li ser têkoşîna azadiya Kurdistanê pirtûkek bi navê ‘Roza’ nivîsandiye.

Elenî Theocharoûs: Divê em ji bo Abdullah Ocalan gavên xurt bavêjin

Elenî, di serî de nerazîbûn nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo da û wiha axivî.

Piştî tecrîda li ser Abdullah Ocalan, ez nizanim ka baş e yan na, ti kesê ew nedîtiye.

Em wî bi tedbîrên wiha, konferans, deklarasyon û makaleyan nikarin azad bikin.

Ez bawer dikim ku divê em di asta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de tiştekê bikin.

Piştî ku evqas sal li Îmraliyê girtî ma, tiştên ku li wî tên kirin dermirovî ne.

Divê em hîn xurttir û şênbertir tev bigerin.”

Theocharoûs: Ji bo ku zext li Tirkiyê were kirin gelek sedem hene

Elenî, helwesta hêzên navneteweyî û Parlamentoya Ewropayê weke “nankorî” nirxand û wiha dewam kir:

“Ji bo ku zextê li Tirkiyê bikin, gelek sedemên wan ên cuda hene.

Ez ê ji seroka Komîsyona Ewropayê Ûrsûla Von Der Leyen re nameyekê bişînim û jê pirs bikim ku çima Ocalan ji hemû mafên mirovan bêpar tê hiştin.

“Ez heyranê têkoşîna Abdullah Ocalan bûm ew lîderekî rast bû”

Bi domdarî Parlamenter Elenî, qala rojên ku bi Rêber Apo re maye, kir û ev tişt got:

Min gelek caran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.

Ez heyranê têkoşîna wî bûm. Ew lîderekî rast bû.

Elenî Theocharoûs: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan beşdarî pêngavê bibin

Parlamentera Qibrisê Elenî Theocharoûs ji civaka navneteweyî xwest ku ji bo azadiya Rêber Apo hin zêdetir piştgirî bidin vê hewldanên wan.

Back to top button