Hisên Kara: Ji ber hevkariya PDK’ê bi Tirkiyê re em naxwazin me biparêze

Mamoste Hisên Kara derbarê êriş, zext û siyaseta PDK’ê li ser xelkê Mexmûrê dimeşîne got:
”Ev wargeh baş dizane PDK welatparêzan difiroşe dewleta Tirkan, sedema ku wargeha Mexmûrê naxwaze PDK li vir bi cih bibe xiyaneta wî ye.
Helwesta me diyare, em qebûl nakin ku dijminê vê civakê û hevkarê wê di bin navê qaşo ‘ewlehiyê’ de li vir bi cih bibe.”

Dijminahiya ku PDK’ê ji salên 1994’an de li dijî xelkê Mexmûrê dijminahiya xwe didomîne û di roja meya îro de bi hevkariya xwe ya Tirkiyê re asta xiyanetê mezintir kiriye.

Derbarê armanc û planên PDK ê yên ji salên dirêj û heya niha ve dixwaze li ser xelkê Mexmûrê pêkbîne , Mamostayê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Hisên Kara nirxandin kir .

Mamosta Hisên Kara derbarê hevkariya PDK ê bi dewleta tirkiyê re got :

Wargeha Şehîd Rustem Cûdî kiryarên PDK’ê baş dizane ku PDK ê welatparêzan difiroşe dewleta Tirkan, sedema em naxwazin PDK ê li vir bi cih bibe jî xiyaneta wê ye.

Hisên Kara: Ev wargeh wê rûmeta xwe biparêze

Mamosta Hisên Kara di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku ev wargeh kelhek ya berxwedanê ye, ji teslîmiyetê re gotiye na.

Back to top button