Tevî êrîşan xebatên belavkirina Mazotê berdewam e

Tevî êrişên dewleta Tirkiyê a dagirker li dijî binesaziya herêmê ku bûn sedem mazot dereng bigihîne malbatên li hin herêman, lê dîsa jî xebatên belavkirina mazotê li ser welatiyan berdewam e.

Gerînendetiya Giştî ya Sotmeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo her malbatekê 300 lître mazot diyar kir.

Buhaya her lîtreyekê 325 lîre ye.

Komîteyên sotemeniyê bi rêya kertên lezer dest bi belavkirina mazotê li welatiyan kiriye.

Ev kert ji aliyê komîteyên bajar, bajarok û navçeyan bi koordîneya komînan ve hatine dayîn.

Li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê û Dirbêsiyê jî xebatên belavkirina mazotê didome.

Têkildarî wê endamê rêveberiya Komîteya Sotemeniyê Mehmûd El Berîc axivî û wiha got:

“Niha xebatên belavkirinê li taxên başûr; komînên Şehîd Qusey, şehîd Îbrahîm, Komîna El Qews El Şerqî didomin.

Ev jî bi awayekî neyînî bandor li xebatên hilberandin û belavkirinê kir.”

Back to top button