Festîvala Huner û Wêjeya Jinê li Tebqayê hate li darxistin

Nivîsgeha Jin a Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Festîvala Huner û Wêjeya Jinê bi dirûşma “Jina azad giyana jiyanê ye li Tebqayê li dar xist.

Hevseroka Komîteya Çand û Hunerê Nûrelhuda derbarê bêşengehê de got :

“Tevî hemû zehmetiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê dîsa jî Komîteya Çand û Hunerê destekê dide van çalakiyan û derfetê li pêşiya jinên Sûriyeyî vedike da ku çanda xwe pêş bixin û biparêzin.”

Her wiha, hevseroka Meclisa Qanûnsaz Huda El Ewan jî destnîşan kir ku jinên Sûriyeyî bi rêya pêşkêşkirina çanda xwe li hember hemû pergalên kapîtalîst li ber xwe da û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên têkoşer û berxwedêr têk birin.

Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Semîra El Hebeş soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Piştre, hunermend Yasmîn El Mihemed, Evîn Bîlal, Nesrîn Botan, Rûken Reşîd û Zîlan El Ebdullah stran gotin û helbest ji aliyê Meryem Şerîf ve hatin xwendin.

Her wiha govendên folklorî jî hatin pêşkêşkirin.

Di dawiya festîvalê de Nivîsgeha Jin a Navenda Çand û Hunerê beşdar xelat kirin.

Back to top button