Li Minbicê pisgirêka avê ya 13 gundan hate çareserkirin

Saziya Avê ya bajarokê Ebû Qelqel ê Minbicê piştî qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, hewl da pirsgirêka avê çareser bike.
Ji bo wê, dînamoyeke avê bi cih kir ku avê ji 30 hezar kesî re peyda dike.

Ji ber qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, 30 hezar kes li 13 gundên Minbicê di peydakirina avê de gelek zehmetiyan dikişînin.

Ji bo peydakirina pêdiviyên xelkê wan gundan, Saziya Avê ya bajarokê Ebû Qelqel dînamoyeke nû li gundê Qeşle yê başûr rojahilatê Minbicê bi cih kir.

Hevserokê Saziya Avê ya Ebû Qelqel Sedredîn El Himêdî axifî û got:

“Hêza dînamoya nû di her saetekê de 150 metrekab e.

Lê berê hêza dînamo ne usa bû av kêm bû.

Pîştî dînamoya nû rêjeya avê zêde bûye, berê çend seet bûn niha 4-5 rojan av têdayîn.

Welatiyê bi navê Xelef El Ehmed got: “Piştî bicihkirina dînamoyê, zehmetiyên berê me dikişandin neman. Av heye.

El Ehmed wiha domand: “Dînamoyên berê ji ber ku asta avê kêm bûbû, nekarî avê bigihînin gundan.

Back to top button