
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê bi daxuyaniyek ragihand Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken serdana Bexdayê kir û li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî civiya.
Doh di saetên êvarê de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi serdanek fermî giha Bexdayê û li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.
Li gor zanyariyan Blinken li gel Sudanî di civînê de li ser pêşhatên dawî, şerê Xezayê û bandora wê ya li ser herêmê axivîne.
Ofîsa Serokwezîrê Iraqê jî daxuyaniyek kurt li ser serdana Blinken belav kir û got, doh êvarê serokwezîrê Iraqê pêşwazî li Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken kiriye.
Beriya Blinken serdana Bexdayê bike, li gel Serokê Filistînê Mehmud Ebas civiyabû û li ser şerê navbera Îsraîl û Hemasê axivîbûn.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê beriya niha ragihandibû ku Blinken di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Rojhilata Navîn de piştî Bexdayê wê derbasî Enqereyê bibe.