ÇÎÇEK: DIVÊ ÇALAKIYA GUVEN LI NAV CIVAKÊ BELAV BIBE

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo dawî li tecrîdkirina Rêber Ocalan bê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê di roja 21’an de ye.

Hevserokê DBP’a Amedê Îbrahîm Çîçek li ser çalakiyê nirxandin kir.

Çîçek anî ziman ku ew destekê didin çalakiya Leyla Guven û got daxwazên wê daxwazên mafdar in.

Çîçek, bilêv kir ku divê çalakiya Leylayê berfirehtir bibe û ew ê çend roj şûnde çalakiyên cuda li dar bixin.

Leave a Reply

Back to top button