Desteya Aborî û Çandiniyê: Me dest bi dayîna fatoreyên genim kir

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêvberiya Xweser ragihand ku wan dest bi dayîna fatoreyên genim kiriye.

Desteyê diyar kir ku heta niha 220 hezar ton genim ji cotkarên li herêmê wergirtin e.

Hevserokê Desteyê Selman Barodo destnîşan kir ku wan ji duh ve dest bi dayîna fatoreyên cotkaran kiriye.

Fatore li gorî lîreyê Sûriyê li beramberî dolar tê dayîn.

Rêveberiya Xweser zêdetirî 22 navend ji bo wergirtina genim ji cotkarên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekirin e.

Navendan di destpêka meha Hezîranê de dest bi wergirtinê kir û buhayê kîloya genim bi 17 centan diyar kiribû.

 

Back to top button