Salvegera 45’emîn a kovara Serxwebûn

“Ji serxwebûn û azadiyê bi rûmetir ti tişt tine”
Bi vê dûrûşmê di 6’ê Îlona 1978’an de kovara Serxwebûn dest bi weşana xwe kir.
Bi heman dûrûşmê piştî 45 salan hejmara 500’î ya Serxwebûnê gihêşt ber destên xwendevanên xwe.

Di dema rêxistinbûna koma bîrdozî ya Apoyî de tiştê herî girîng fikir bû.

Di demeke ku li ser Kurdistanê ewrên reş dagirtî bûn, li çar parçeyên Kurdistanê hemû tevgerên Kurd hatibûn tepisandin û bi navê Kurd û Kurdistanê her tişt hatibû qedexekirin de koma bîrdozî ya Apoyî dest bi avakirina fikir û rêxistinbûneke nû dikir.

“Ji serxwebûn û azadiyê rûmetir ti tişt tine”

Kovara Serxwebûn jî berhema têkoşîna bîrdozî ya vê demê ye.

Di 6’ê Îlona 1978’an de cara yekê li Bakurê Kurdistanê di berpirsyariya Mazlum Dogan de bi dirûşma “ji serxwebûn û azadiyê bi rûmetir ti tişt tine” hate çapkirin.

Gelek hejmarên taybet çap kirin. Manîfestoya Rêya Şoreşa Kurdistanê, mêtîngerî û serxwebûna Kurdistanê bûn hejmarên taybet yên Serxwebûnê.

Di salvegera 45’emîn de hemjara 500’î ya Serxwebûn

Di çileya 1982’yan de li Ewropa weke kovara fermî ya PKK’ê dest bi weşana mehane kir û heya roja me îro berdewam dike.

Di vê mehê de hejmara 500’î gihand ber destê xwendevanên xwe. Îro bi zimanê Kurmancî li Rojavayê Kurdistanê jî tê çapkirin û rastî eleqayeke mezin tê.

6’ê Îlonê roja çapemeniya azad

Kovara Serxwebûn tevî ku di demeke ku rastiya Kurd û Kurdistanê hatibû înkarkirin û ti kesî nediwêrî qala wê bike de bi awayekî dijwar qala Serxwebûna Kurdistanê kir û xeteke azadiyê derxist holê.

Di heman demê de bû çûriska ragihandina azad jî.

Li ser şopa Serxwebûnê sedan rojname, kovar, radyo, tv, ajans û malper hatin avakirin. Ev saziyên ragihandinê îro bi dehan zimanan di asta Cîhanî de weşanê dikin.

Ji ber vê yekê ji aliyê şopdarên Mazlum Dogan ve roja destpêkirina weşana Serxwebûn, ango 6’ê Îlonê weke ‘Roja Çapemeniya Azad’ hate îlankirin.

Hezaran rojnamaven li ser şopa Mazlum Dogan şerê heqîqetê didomînin

Her wiha li ser şopa Mazlum Dogan gelek nivîskar û kedkarên Serxwebûnê di nava refên Tevgera Azadiyê de
şehîd bûn.

Îro jî piştî 45 salan li ser heman kevneşopiyê ragihandina azad li çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata
Navîn dibe deng, renk û helwesta gelan.

Her wiha hezaran rojnamevan li ser riya hevalên xwe yên şehîd têkoşîna heqîqetê didomînin.

Back to top button