QSD’ê encamên êrîşên dewleta Tirk û şerê ku di 24 saetên dawî de rû daye eşkere kir û da zanîn ku dewleta Tirk bi balafirên bê mirov û çekên giran êrişên xwe didomîne.
QSD’ê ragihand ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 2 şervanên QSD’ê şehîd, 2 jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamê şerên 24 saetên dawî eşkere kir.
Li gor daxuyaniya QSD’ê:
Li êniya Zirganê
Artêşa Tirk dagirker û komên çete bi çekên giran û balafirên bê mirov êrişî gundên Til Mihemed û Til El-Werd yên ku sivîl tê de dimînin kir.
Li êniya Eyn Îsayê jî
Artêşaa dagirker û çeteyên wê gundên Zenûba û Korikê yên nêzî Eyn Îsa û Qizelî bi awayekî dijwar topbaran kirin û ziyana madî gihîşt milkên sivîlan.
QSD’ê da xuyakirin ku di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de 2 şervanên QSD’ê şehîd û 2 jî birîndar bûn.