Li Idlibê 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Di şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewlteta Tirk de li gundewarên Idlibê 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di êrişa sekvaniyê ya çeteyên’ koma bi navê Ensar El Tewhîd′ de li derdora Melace ya Idlibê leşkerek hate kuştin.

SOHR′ê diyar kir ku hêzên girêdayî hikumeta Şamê şeva berê dema hewl dan li girê Melace yê li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê bi pêş bikevin şer derket.

Di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û erebeyeke BMB hate rûxandin.

Duh, balafirên şer ên Rûsyayê hemwextî topbaranên hêzên hikumeta Şamê ên li dijî gund û bajarokên çiyayê Zawiyê, gundewarên Idlibê bombebaran kirin.

Li Lazqiyê şer-5 Leşkerên hikumetê hatin kuştin û 4 çete birîndar bûn

Back to top button