Di navbera Çîn û Amerîka de aloziya balonê

Hêzên cîhanê yên herî mezin careke din hatine pêşberî hev.
Krîza balona Çînê, Pekîn û Waşîngton li hev sor kiriye.
Amerîka balon bi îdiaya sîxuriyê xist, Çînê ev yek şermezar kir.

Çîn û Amerîka bi mijara balonê hatine pêşberî hev.

Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Çînê Şie Fing di daxuyaniya li ser navê hikûmetê de hat dayîn de wiha hate got:

“Ew bikaranîna hêzê ya Amerîka ji bo xistina baloneke sivîl a Çînê şermezar dikin.”

Şie Fing îdia kir ku balon bi şêwazekî neplankirî derbasî xaka Amerîka bûye û nabe ev yek cuda were şîrovekirin.

Şîe da zanîn ku Amerîka guh nedaye rastiyan, hêza xwe ya leşkerî îstismar kiriye û balafira sivîl dema ku dixwest ji esmanê derbikeve xistiye.

Rêveberiya Pekînê diyar kir ku ev yek “reaksiyoneke tund” e û “ruhê qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dike.”

Şie Fing bal kişande ser wê yekê ku ev kiryara Amerîkayê zirarê dide peymana ku serokên her du welatan di Lûtkeya G20ê ya par li Girava Balî ya Endonezyayê ji bo aramkirina peywendiyên dualî pêk aniyî dike.

Rêveberiya Pekînê di dawiyê de wiiha got:

Em bang li Amerîkayê dikin ku xwe ji gavên din ên ku zirarê didin berjewendiyên Çînê û rewşa nazik gurtir dikin dûr bixe.

Em bi biryar in ku rûmeta welatê xwe biparêzin.

Dema pêwîst bike mafê me ye, em gavên din bavêjin.”

Balona Çînê li ser asîmanên DYA

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) di 3’ê Sibatê de ragihandibû ku balona îstîxbarata bilind a ku tê îdiakirin a Çînê ye, li ser axa Amerîkayê difire û artêşa Amerîkayê jî balonê dişopîne.

Hat îdiakirin ku balon di ser hin navendên leşkerî yên hesas ên li eyaleta Montanayê re derbas bûye.

Li herêma navborî depoya moşekên menzîla wan dirêj hene.

DYA piştî vê yekê li ser asta balyozxaneyê rêveberiya Pekînê hişyar kir.

Her çiqasî Çîn îdia dike ku ev baloneke sivîl a ji bo meteorolojiyê ye lê ne kariye Amerîka razî bike.

Amerîka balona Çînê li ser deryayê xist

Daxuyaniya Çînê Waşîngton razî nekir û dema balon li ser Okyanûsa Atlantîk bilind bû, bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden, ji aliyê balafirên şer ve li nbava sînorê deryayî yê welat hate xistin.

Hat ragihandin ku xebatên berhevkirina bermahiyên balona ku tê gotin “bi qasî sê basên dibistanê” ye û li bilindahiya 60 hezar metre firiyaye, dewam dikin.

Back to top button