Li Lazqiyê şer-5 Leşkerên hikumetê hatin kuştin û 4 çete birîndar bûn

Li laziqiyê hêzên hikumeta Şamê û çekdarên girêdayî wê bi ser nuqeteyên çeteyên heyet tehrîr El-Şam girt.
Di şer de, 5 leşkerên hikumetê hatin kuştin û 4 çete birîndar bûn.
Dironek hikumeta Şamê mala fermandarekî komên çekdar li Derayê bombebaran kir.

Hêzên hikumeta Şamê û hizbullah li eniyên şer ên li herêma Nixşba ya bakurê Laziqiyê bi ser nuqteyên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam girtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di nevbera herdu aliyan şerekî giran derket.

Di encamê de, 5 leşkerên hikûmetê û hizbullah hatin kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.

Dera-Dironek hikumetê mala fermandarekî komên çekdar bombebaran kir

Li Derayê şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên herêmî dewam dike.

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku dironek hikumetê li bajarokê Tafis yê Derayê mala fermandarekî komên çekdar bombebaran kir.

Heta niha der barê encamê tu agahî nehatiye zelalkirin.

Back to top button