Meclisa Civakî ya Ermenî êrişên dagirkeriyê şermezar kirin

Meclisa Civakî ya Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hesekê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Meclisa Civakî ya Ermenî li taxa Kebabe ya Hesekê kom bûn.

Daxuyani ji aliyê hevserokê Meclisa Civakî ya Ermenî ve hat xwendin..

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em Meclisa Civakî ya Ermenî bi tundî êrişên ku dewleta Tirk û şantajên li dijî welatiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin.

Armanca ji van êrişan ew e ku dewleta Tirk sînorê xwe fireh bike, welatiyên me yên li herêmên Zirgan û Til Temirê koçber bike, mal û milkên wan desteser bike.

Meclisê di dawiya daxuyaniya xwede got: “Em bang li dewletên garantor dikin ku destwerdana lezgîn bike û van êrişên leşkerî rawestînin..”

Back to top button