Hêzên Asayîşê: Di encama êrişa li qamişlo, welatiyek şehîd û 3 jî birîndar bûn

Hêzên Asayîşê ragihand ku ji ber êrişa li Qamişlo welatiyek şehîd û 3 jî birîndar bûn.

Doh balafireke bêmirov a bi çek ya Tirkiyê erebeyek li gundê Sêgirka yê Qamişlo bombebaran kir.

Hêzên Asayîşê ji bo vê daxuyanî da û piştrast ku êriş saet 3:00 piştî nîvro ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatî.

Asayîşê ragihand ku di encama êrişê de welatî Kesra Melik şehîd bû û 3 jî birîndar bûn navên wan jî wiha ne:

Mihemed Bîlal Remedan, Ferîda Umer Xelef û Dîlan Ehmed Ezîz.

Asayîşê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji van êrişan têkbirina aramî û ewlehiya li herêmê ye.

Dawiyê Asayîşê bang li hêzên garantor kir ku li hember van êrişan bi berpirsyariya xwe rabin û rê li ber wan bigirin.

Di encama bombebarana li Qamişlo de 2 welatî şehîd 3 jî birîndar bûn

Back to top button