Ciwanên Dêrazorê li dijî tecrîdê meşek lidar xistin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekîtiya Jinên Ciwan bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Meş ji deriyê ketina bajarokê Sewa û ber bi çerxereya bajarok ve dewam kir.

Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hesen Elmehmûd axivî û got:

“Îradeya gelan ji sûrên girtîgeha Îmraliyê bihêztir e.”

Ciwanên li ser fikrê Rêber Abdullah Ocalan perwerde bûne dê dawî li tecrîd û dagirkeriyê bînin.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Fethî Elitêş jî bang li rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî kir ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêber APO û hesab-xwestina ji dewleta Tirk bikevin tevgerê.

Her wiha bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li derdora projeya Rêveberiya Xweser kom bibin û li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bisekinin.

Ciwanên Eyn Îsayê li dijî tecrîdê meşek li dar xistin

Back to top button