Sara Arzu Temo: Li herêmên dagirkirî kuştin, revandin û destdirêjî bûyerên asayî ne

Endama rêveber a Rêxistina Sara Arzu Temo û Endama Koordînasyona Kongra Star Şirîn Hesen sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî, bi tundî red kirin.
Jinan ev çete ji ber sûcên wan, bi rûyê duyem ê DAIŞ’ê bi nav kirin û banga cezakirina Tirkiyê û çeteyên wê kirin. 

Li herêmên dagirkirî, tevî hemû sûcên çeteyan, zarok jî ji kirinên wan nafilitin û rastî êrişên zayendî tên.

Van sûcan teybet ên li dijî jin û zarokan, hêseke mezin li gel jinên herêmê çêkiriye.

Endama rêveber a Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Arzu Temo, çeteyên dewleta Tirk bi rûyê duyem ê çeteyên DAIŞ’ê bi nav kir.

Arzû Temo anî ziman ku di girtîgehên dagirkeriya Tirk de, jinên revandî rastî hemû cureyên îşkenceyê tên.

Arzû destnîşan kir ku wan belge têkildarî sûcên li dijî jinan li herêmên dagirkirî radestî gelek rêxistinên ku mafên mirovan diparêzin kirin,

Û ji wan xwestine hesabê ji Tirkiyê û çeteyên wê bixwazin.

Şirîn Hesen: Gel projeya mêtinger qebûl nake û dixwaze her kes vegere malên xwe

Endama Koordînasyona Kongra Star Şirîn Hesen jî der barê sûcên li dijî şêniyan li herêmên dagirkirî bi taybet li dijî jinan, ev got:

Şirîn Hesen teqez kir ku gel projeya Erdogan a vegerandina penaberên li Tirkiyê û bicihkirina wan li herêmên dagirkirî, red dike.

Û dawiyê jî tekez kir Erdogan bi rêya dagirkirina herêmên bakurê Sûriyê, hewl dide projeya Osmanî û Mîsaqî Millî pêk bîne.

Back to top button