Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî, nerazîbûna li qada navneteweyî dewam dike.
Parlamenterên Parlamenta Federal a Swîsreyê destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi êrişên dagirkeriyê re hiqûqa navneteweyî binpê kiriye.
Parlamenterên Parlamenta Federal a Swîsreyê yên ji Partiya Sosyalîst Fabîan Molîna, Claûdîa Frîedl û Tamara Fûnîcîello pêşnûme pirsek peşkêşî Konseya Federal kirin.
Di pêşnûme pirsê de nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî hate nîşandan.
Parlamenteran destnîşan kir ku dewleta Tirk bi dagirkirina xaka sûrî demografiya herêmê guhertiye.
Her wiha êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kir û ragihand ku ji şermezarkirinê zêdetir divê helwestek bê nîşandan û tevgerek bê kirin.
Parlamenteran diyar kir ku dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî binpê kiriye, ji ber vê yekê divê Swîserayê peymana bazirganiya serbest a bi Tirkiyê re betal bike.