21 kes li Idlibê hatin kuştin..DYE jî qala cezakirina rêjîm û Îranê dike

Di encama şerê navbera Rêjîm û Komên çete de 21 sivîl li Idlibê jiyana xwe ji dest dan û 43 kes jî birîndar bûn.
Emerîka jî dibêje, wê Rêjîma Sûrî û Îran ceza bike

Li gorî çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan di nava wan de, 8 zarok û 6 jin, 21 kes li Idibê hatin kuştin û 43 jî birîndar bûn.

Her wiha diyar kir, şer û topbaran li gundewarên Rojhilat û Başûrê Idlibê dewam in.

Di heman wextê de, çavdêriyê ragihand, 4 balafirên Rûsî bi qasî 15 êrîşên hewayî li ser nuqteyên çeteyên Hetyet Tehrîr El-Şam yên li çiyayên Diwêla pêk anîn.

Emerîka jî, qala cezakirina Rêjîma Sûriyê û Îranê dike.

Nûnera Emerîka di NY de Kêlî Kiraft (Kelly Craft) di kongreyeke Çapemniyê de ragihand ku, wê DYE, Rêjîma Sûrî li ser kambaxiyên derheqê gelê Sûriyê pêk aniye, ceza bike.

Li gorî wê, Rêjîmê li gelek deverên cuda çekên kîmawî bikar aniye û bi sedan zarok û jin kuştiye.

Her wiha teqez kir, wê Îran jî para xwe ji cezayan bigire.

Leave a Reply

Back to top button