Şêniyên kantona Girê Spî ya dagirkirî di nav şertên zehmet de dijîn. Ji ber çeteyên dewleta Tirk a dagirker depoyên genim talan kirin û zadê gel dizîn, gel bê nan û xwarin mane.
Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Girê Spî dagir kirin, ji ber kuştin, revanidin, talan, ferzkirina bacan û desteserkirina milkên sivîlan azarên şêniyan roj bi roj zêde dibin.
Li kantonê piştî ku çeteyan depoyên genim talan kirin û birin Tirkiyê, nan gelek kêm bûye.
Li gorî çavkaniyekî ji bajarê Girê Spî çeteyên El-Cebha El-Şerqiye beşek mezin ji depoyên genim veşartine û keysbaziyê dikin.
Bi buhayên bilind difroşin bazirganan.
Heman çavkanî diyar kir ku ji ber talankirina genim ji herêmê hema bêje nan qut bûye.
Di encamê de şênî bi hêrs bûne û li deverên cuda derdikevin xwepêşendanan.
Her wiha li kantonê kelûpelên xwarinê jî kêm in, tevî ku kehrebe bi temamî qut e û sotemenî pir kêm e.