NY: Çeteyên Tirkiyê sûcên şer li dijî zarokan kir

Netewên Yekbûyî êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser herêma Til Rifetê xist nava binpêkirinên xeternak ên qanûna mirovî ya navdewletî û sûcê şer ku bû sedema kuştina zarokan.

2’ê Kanûnê dewleta Tirk a dagirker navçeya Til Rifet a şehbayê topbaran kir.

Ji ber topbaranê 8 jê zarok 12 sivîlan jiyana xwe ji destan û gelek zarok jî birîndar bûn.

Berdevkê Meclisa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Robert Colville çeteyên dewleta Tirk bi kuştina 10 sivîlan ku 8 jê zarok in, li Til Rifetê tawanbar kirin.

Colville diyar kir ku ji dema peymana di navbera Emerîka û Tirkiyê a di 17’ê Cotmehê de, komseriyê bilindbûna êrîşên bi erebeyên bombebarkirî li herêmên ku tê de şênî hene, wek sûkên li Hesekê, Reqa û Helebê, qeyd kirin.

Komseriyê destnîşan kir ku ev binpêkirin wê xwe bigihîne sînora bêserûberî û binpêkirina xeter a qanûna mirovî ya navdewletî û sûcên şer.

Leave a Reply

Back to top button