Çalakiya li Cenevrê ya li pêş ofîsa NY dewam dike

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo Kurdistanî li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya Cenevreyê çalakiya rûniştinê didomînin.

Çalakiya rûniştinê ji 25’ê çileyê û vir ve her roja çarşemê li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî li dijî domandina tecrîda li Îmraliyê dewam dike.

Li vê derê standa agahdarkirinê tê vekirin.

Di standê de pirtûkên Rêber Ocalan ên ku li Fransî hatine wergerandin li Swîsreyiyan tê belavkirin.

Di çalakiyê de li ser navê Dîwana Hevserokatiya NCDK’ê Salîh Saglam axivî û got divê Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî peywira xwe bi cih bînin.

Salîh Saglam bang kir ku divê tecrîda li ser Rêber Ocalan were rakirin û daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de ne jî were bicihanîn.

Her wiha ji bo meşa protestoyî ya ji bo şermezarkirina Peymana Lozanê ya ku Kurdistan parçe kiribû, bang hate kirin.

Back to top button