Erdogan li Qibrisê careke din qala parçekirina giravê kir

Serokomarê Tirkiye Erdogan li Qibrisê careke din qala parçekirina giravê kir.
Li dijî vê yekê, YE, Fransa û DYA bertekên tund nîşan da.
Brûksel, Parîs û Waşîngtonê hewildana yekalî ya Erdogan li Qibrisê weke provaksyon binav kirin.

Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di serdana Qibrisê de ji bo jinûve vekirina bajarê Varoşa (Mereş) ku 46 sal in girtî ye, çareseriya bi rêya ‘du dewletan’ ferz kir.

Fransa li ber vê yekê rabû.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Fransayê de hate gotin,

“Fransa ji vê gava yek alî ya provokasyonê gelekî xemgîn e ku baweriya bi destpêkirina danûstandinên ji bo çareseriyeke mayinde ya pirsgirêka Qibrisê asteng dike û zerarê dide van hewldanan.”

DYA: Ev yek nayê pejirandin û biryara NY asteng dike

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Antony Blînken jî li ser Twîtterê daxuyaniyek da û got,

“Em vê ragihandinê şermezar dikin ku li biryarên NY nayê, ne ya qebûlkirinê ye û ne li gorî sozên ji bo dewamkirina danûstandinan e, ku dixwaze hin ji beşên Maraşê bixe bin kontrola Tirkan. Em dixwazin ku ev biryar û gavên ji Cotmeha 2020’î û vir ve hatine avêtin, bên vegerandin.”

Brîtanya: Divê Tirkiye rêz ji biryara NY re bigre

Helwestek din ji Brîtanya hat.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Dominic Raab bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî gotinên Erdogan yên li ser Qibrisê da.

Raab diyar kir ku tekane rêya çareesriyê girêdana bi biryarên Konseya Ewlekariya NY ye.

YE: Ji nûve vekirina Maraşê nayê pejirandin

Nûnerê Bilind ê Polîtîkaya Ewlekarî û Têkiliyên Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell jî destnîşan kir ku jinûve vekirina Maraşê nayê qebûlkirin.

Dewleta Tirk 1974’an bi zora leşkerî Qibris dagir kiribû.

Beriya vê dagirkeriyê, ji sedî 53 hatineya tûrîzma giravê ji Varoşayê bû.

Back to top button