Li Efrîna dagirkirî 4 welatiyên din hatin revandin

Sûcên dij-mirovî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li herêmên dagirkirî her hene û dewam dikin.
MÎT’a Tirk û çeteyên wê li kantona Efrîna dagirkirî 4 welatî revandin, di nav wan de 2 kesên temenmezin hene.
Dewleta Tirk û çeteyên wê, di Îlonê de 59 welatî revandin û mêtingehek li navçeya Şêrawayê ava kir.

Sûcên dijmirovî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li herêmên dagirkirî dewam dikin.

Ajansa ANHA’ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecihî, ragihand ku çeteyên Polîsa Sivîl li gundê Dêr Balûtê yê navçeya Cindirêsê 2 welatiyên temen-mezin revandin.

Çeteyan Ebdulhemîd Melîx 71 û Xelîl Yusif Xelîl 74 bi hincetên derew ew revandin.

Li navçeya Bilbilê jî, MÎT’a Tirk welatiyê bi navê Mihemed Mihemed 54 girt.

Li heman navçeyê çeteyên Polîsa Leşkerî welatiyê Mihemed Dada yê 23 ji gundê Uga revand.

Kesên ku hatine revandin, heta niha çarenûsa wan ne-diyare.

Ji bo li mala xwe bimîne çeteyan hezar dolar lê birî

Di çarçoveya sûcên dewlet Tirk a dagirker û çeteyê wê de, çeteyên ‘Emşat’ li welatiyê bi navê Mihemed Xoce yê ji navçeya Mabatayê hezar dolar baç birî.

Mihemed Xoce tenê ji bo ku di mala xwe de bimîne divê hezar dolar bac bide.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê bîlançoya sûcên meha Îlonê eşkera kir

Li rex sûcên rojane, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê bîlançoya sûcên Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên meha Îlonê eşkere kir.

Rêxistina Mafên Mirovan: 53 welatî hatine revandin

Li gorî rêxistinê, dagirkeran di Îlonê de 59 welatî revandin.

Di nav wan de pitikek û 6 jin hebûn.

Her wiha jinek bi navê Heyat Mihemed a ji gundê Gubeka yê navçeya Mabatayê hatiye kuştin û cenazeyê wê darvekirî li çerxerya gund hate dîtin.

Lê sedem û detayên din ên bûyerê ne-hatine zanîn.

Li Efrîna dagirkirî avakirina mêtingehan

Derbarê avakirina mêtingehan de, rêxistinê da zanîn ku du rêxistinên amerîkî, Helping Hand For Relief and Development-HHRD û Swasia Charity Foundation, mêtingehan li Efrînê ava dikin.

Rêxistinê aşkera kir ku her du rêxistin di avakirina mêtingeha li nêzî gundê Kefer Romê yê navçeya Şera û mêtingeha Yed El Ewn li Efrînê de rol lîstiye.

Rêxistinê diyar kir ku Desteya Xêrxwazî û Geşepêdanê ya Cîhanê Insur 100 yekîneyên nîştecihbûnê li mezraya gundê Kobalê yê Şêrawayê amade kirine.

Xelkên Efrînê ji bo berhevkirina zeytûnên xwe bacê didin

Her weha bi hatin mewsima berhevkirina zeytûnê re, çeteyên dagirker şantaj û baçê li dijî xelkê resen bi tevahî rêbazan pêk tênin.

Dagirkeran li her dareke zeytûnê dolarek baç biriye, tevî wê sêyeka berhemê desteser dikin.

Ger nedin jî, şiqlên daran dişikînin û berhemê didizin.

Efrîna dagirkirî-qutkirin û şewitandina daran

Rêxistinê aşkera kir ku di Îlonê de, çeteyan 100 darên zeytûnê, darên daristanî li navçeyên Mabeta, Cindirêsê, Reco û Bilbilê qut kirine ji bo êzingên wan bifroşin.

Her wiha bi dehan hiktar daristan şewitandine da ku qutkirina daran û sûcên xwe veşêrin.

Çeteyên dewleta Tirk 3 welatî ji Mabata ya Efrînê revandin

Back to top button