Ermeniyên li Hesekê bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî komkujiyên li dijî gelê Ermen şermezar kirin û piştgiriya xwe bi Ermenên Artsaxê re anîn ziman.
Meclisa Civaka Ermenî bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta Azerbaycanê yên li hemberî gelê Ermen ê Artsaxê şermezar kirin.
Daxuyanî li qada Suryan a li bajarê Hesekê bi amadebûna bi dehan Ermenan hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Em gelê Ermen ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe bi xelkê xwe yê li Artsaxê re nîşan didin ku bi destê dijminan gelek zulm û êş dîtin.
Em soza xwe bi gelê xwe yê Artsaxê nû dikin.
Dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê dê nikaribin Ermenan qir bike.
Em ê li hemberî hemû kesên ku hewl didin destdirêjiyê li mafên me bikin, bisekinin.