Çeteyan li gundê Dar Girê 20 hezar darên zeytûnê desteser kirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, Girê li gundê Celemê yê navçeya Şêrewa jî vediguherînin baregeheke leşkerî. Her wiha revandin, dizî û guhertina demografya herêmê jî didome.

Dizî û talana xweza û dîroka Efrînê jî didome.

Çeteyan li gundê Dar Gir ê navçeya Şerayê, 20 hezar darên zeytûnê desteser kirin û firotin bazirganan.

Malpera Afrîn Post jî eşkere kir ku artêşa Tirk girê li gundê Celemê yê navçeya Şêrewa bi alavê giran dikolin da ku veguherînin baregeheke leşkerî.

Li navçeya Cindirêsê çeteyekî, taxek bi temamî desteser kir û bi 56 milyon LS firot.

Di nava 3 mehan de 22 sivîl di bin êşkenceyê de hatine kuştin

Revandin û êşekencekirina şêniyan jî bêserûber didome.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê jî di nava sê mehan de revandina zêdetirî, 139 sivîl jê 19 jin belge kir.

Zêdetirî 139 revandine

Jê 19 jin in

22 sivîl, di nav de 6 jin jî di bin êşkenceyê de hatine kuştin.

22 hatin kuştin

Jê 6 jin in

Jinên ku di girtîgehên çeteyan de rastî destavêtin û êşkenceya herî hov tên, zarokên hinek jinan jî di girtêgehê de jidayîk bûne.

Li gel wê jî çeteyan her devera li Efrînê veguherandine girtîgehên ku kirinên dermirovî li dijî sivîlan pêk tînin.

Girtîgeha li çerxerêya Kawa, yek ji girtîgehên herî xeternak ên îstîxbarata Tirkiyê û çeteyên wê ne.

Ji bilî wê jî çeteyan herî dawî çapxaneya Ronahî ya li navenda bajêr, veguherandine girtîgeha jinan.

Li rex wê jî çeteyan malbatên xwe li malên sivîlan bi cih kirine û zextê li şêniyên resen dikin da ku wan neçarî koçberiyê bikin.

Back to top button