Li Minbic û Kobanê berhevkirina fistiqan bi dawî bû

Li Minbic û Kobanê piştî 3 hefteyan, berhevkirina fistiqên Helebî bi dawî bû.

Bazirganê fisteqan Elî Dendûn ê ji Minbicê diyar kir ku berhemên fisteqên helebî yên îsal, li gorî salên borî baş in.

Elî Dendûn, destnîşan kir ku ji ber girtina deriyên sînor nirxê firotina fisteqan erzan e.

Endamê rêveber ê Saziya Çandiniyê ya Minbicê Xalid Oso diyar kir, ku derdora 40 hezar donim bi fisteqên helebî tên çandin.

Oso anî ziman ku rêveberiyê ji bo avdanê, mazot û semadê li cotkaran belav dike.

Li gorî hin daneyan, berhemê îsal ê fisteqên helebî li Minbic û Kobanê, gihişt derdora 500 hezar ton.

Back to top button