Li parêzgeha Merib 60 çekdarên Hûsî hatin kuştin

Şerê di navbera artêşa Yemenî û çekdarên Hûsî de dem bi dem dijwartir dibe û duh 60 çekdarên Hûsî li ser destê artêşê hatin kuştin.

Artêşa Yemenî bi daxuyaniyekê eşkere kir ku duh li parêzgeha Ma’ribê di navbera artêşê û Hûsiyan de şerekî dijwar qewimî.

Ev şer li rojavayê gundewarên parêzgehê rû da û tê de, 60 çekdar hatin kuştin û jimarek birîndar bû.

Her wiha koalsyona Erebî jî beşdarî şer bû û wê jî 5 karwanên çekdaran wêrankirin.

Li gorî daxuyaniya Artêşa Yemenê ya duh jî, di şerê li parêzgeha Cewf de, bêhtirî 26 çekdarên Hûsî hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Back to top button