“Jiyan li herêmên dagirkirî hema bêje ne pêkan e”

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn derbarê van binpêkirinan got:
“Jiyan li herêmên dagirkirî hema bêje nepêkan e.”

Mihemed Şahîn diyar kir ku Dewleta Tirk aloziya Sûriyeyê li ser gelek astan bi kar tîne û got:

“Li herêmên qanûn nîn e, revandin, talankirin, dizî, xwestina fîdya rojane pêk tên.

Bi rastî em nizanin Tirkiye besha kijan herêmê dike ku ewle ye.

Li wan herêman, çete her roj li ser mal û milkên welatiyan bi hev dikevin.

Nijadperestiyê li dijî pêkhateyên wê dikin. Tirkiye ew herêm, kirin jêdera terorê.”

Mihemed Şahîn balkişand ser rewşa alîgirên dewleta Tirk ên sûriyeyî û got:

“Bi rastî yên xwe kirine bin rihemeta dewleta dagirker, di rewşeke ne hêja de ne.

Ji ber wê, divê ji îro û pê de sûriyeyiyên pişta xwe dane Tirkiyeyê li xwe vegerin.

Bi sozên wê neyên xapandin, ji ber ku ji bo Tirkiye ya herî girîng berjewendiyên wê ye.”

Back to top button