Qeyûmê Mêrdînê karmendê ku strana Kurdî parve kir, ji kar derxist

Li bakurê Kurdistanê Qeyûmên AKP’ê ku li şaredariyên Kurdan tên bi cih kirin yekem karê ku dikin, Kurdî qedexe dikin.
Ev jî rastiya faşîzma AKP-MHP’ê û dijmintiya wan ya li dijî Kurdan radixe ber çavan.

Karkerê binavê Beytar Îsmaîl Taş ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê dixebitî, ji ber ku beriya 2 salan li ser hesabê xwe yê medya civakî straneke kurdî parve kiriye, ji aliyê qeyûm ve ji kar hat derxistin.

Li dijî vîna azad ji aliyê dîktatoran ve hertim zext û darbe têne kirin.

Li tirkiye û bakurê Kurdistanê jî, Partiya Demokratîk a Gelan HDP di hilbijartinên rêveberiya herîmî de serkeftinên mezin bi dest xist û bi vîna gel karî şaredariyan bi rêve bibe.

Di hilbijartina 31’ê Adara 2019’an de, HDP karî şaredariya 3 bajarên mezin, 5 parêzgeh û 50 bajarok bidest xistin.

Yek ji van jî Mêrdîn bû.

Şaredariya ku ji qeyuman hate standin, piştî demek kin careke din faşîzmê li dijî vîna gel darbe kir û dest danî ser şaredariyê.

Ji wê rojê ve, pêkanînên antî demokratîk ên li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, didomin.

Endamê Sendîkaya Tum-Bel-Sen’ê Îsmaîl Taş ku li şaredariyê weke beytar dixebite, bi biryara Lîjneya Bilind a Disiplînê ji kar hat derxistin.

Weke hinceta ji kar derxistinê jî parvekirina beriya 2 salan a straneke kurdî ya li ser hesabê medya civakî ya Taş hat nîşandan.

Taş, derbarê rewşa xwe axivî û diyar kir ku beriya ku Şaredariya Mêrdînê bibe Şaredariya Bajarê Mezin li şaredariyê dest bi kar kiriye û wiha got:

“Di sibata 2018’an de li ser îxbarekî hatim binçavkirin.

Piştî binçavkirina 10 rojan min bi daxwaznameyekê xwest careke din vegerim karê xwe lê bi hinceta destpêkirina lêpirsîna îdarî min negirtin kar.

Dema şaredarî di destê HDP’ê de bû vegeriyam karê xwe lê piştî erkdarkirina qeyûm careke din ji kar hatim derxistin.

Piştî ji kar derxistin 18 meh şûn de derbarê min de lêpirsîn dan destpêkirin.

Derbarê mijarê de Hevseroka Şaxa Tum-Bel-Sen’ê ya Mêrdînê Denîz Araç jî diyar kir ku bi fermana qeyûman li dijî karmendan bi destê burokratên ku ji derve hatine bajar hiqûqa dijminahiyê tê pêkanîn

Back to top button