Li Helebê komploya navneteweyî hate şermezarkirin

Bi nêzîkbûna salvegera komploya Navnetewî çalakî û bertekên berdewam dikin.
Li Heleb û Şehba çalakî pêk hatin û ji bo azadiya Rêber Apo peyama mezinkirina têkoşînê hate dayîn.

Tevger û rêxistinên jinan bi boneya salvegera 25’an a destpêkirina komploya navnvnetewî ya li dijî Rêber APO çalakiya konvedanê li taxa Eşrefiyê ya Helebê li dar xistin.

Kon li gulistana Efrîn ya li taxa Eşrefiyê hat vedan.

Di çalakiyê de li ser navê Meclica giştî Hêvîn Silêman axivî û wiha got :

Dewleta Tirk bi tecrîda li ser rêber Apo girantir dike.

Rêber Apo jin azad kir, civak bi rêxistin kir û ji bo mafê gelê bindest têkoşiya.

Di dawiyê de Hêvîn ji bo têkbirina komployê û pêkanîna azadiya Rêber Apo banga mezinkirina têkoşînê kir.

Çalakî dê 2 rojan berdewam bike.

Azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye

Li Şehbayê jî bi pêşengiya tevegera ciwanên şoreşger, bi aramanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêber APO û êrîşên li ser herêmê konê çalakiyê hat vedan.

Konê çalakiyê di roja yekem de li qada ajokaran ya navçeya Fafînê bi beşdarbûna sedan endamên saziyan pêk hat.

KPC-demokratîk daxuyaniyek da.

Ev çalakî jî wê du rojan dewam bike

Back to top button