Erebistana Siûdî li dijî dagirkeriya Tirkiyê boykot da destpêkirin

Li Erebîsatana Siûdî kampanya li dijî kelûpelên Tirkiyê hate destpêkirin.

Bazirgan, siyasetmedar û nîvîskarên Erebistana Siûdî li dijî zêdegaviyên dagirkeriya dewleta Tirk li hember welatên Ereb kampanya boykotkirina malên Tirkiyê dan destpêkirin.

Kampanya nû piştî ku li ser kanala TRT nexşeya Osmaniya nû 2050 ku gelek welatên Ereb digire navxwe parve kir ket meryetê.

Berpirsê pêngavê li ser hesabê xwe yê twîtterê diyar kir ku welat û rêveberiya wî xeta sor in.

Nabe, kesek dest bide û heta ku dan û standinên bi Tirkiyê re bi temam bi dawî nebe, hemleya wan dê berdewam bike.

7 meh berê jî li dijî malên dewleta Tirk Erebistana Siûdî kampanyekî boykotkirinê dabû destpêkirin. Ev kampanya xisarek mezin dabû ticareta dewleta Tirk a li welatên Ereb.

Back to top button