Dewleta Tirk û çeteyên xwe car din av stastyona Elok li ser bajarê Hesekê û gundewearê wê rawestandin.
Hevseroka Gerînendeya Avê ya kantona Hesekê Sozdar Ehmed got çareseriya bingehîn ji pirsgirêka avê re, derxistina stasyona Elok ji destê dewleta Tirk a dagirkere.
Careke din dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe stasyona ava Elok li ser şêniyên bajarê Hesekê û gundewearê wê qut kir.
Piştî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin, dem bi dem stasyona Elok tê raswestandin û zêdeyî 45’an ji xizmetê derket. .
Derbarê qutkirina avê li ser şêniyên kantona Hesekê, Hevseroka Gerînendeya Avê ya kantona Hesekê Sozdar Ehmed anî ziman ku rêveberiya avê bi hemû hewldanan xizmeta gel kir û av li şêniyên herêmê belav kir.
Her weha Rêveberiya Avê a kantona Hesekê bi saziyên navnetewî û UNICEF re, ji bo çareserkirina vê pirsgirê di nava hewldanan de ye.
Daxwaz ji gelek saziyên mafên mirova hat kirin ku piştgirî û alîkariya gelê ma bikin.
Sozdar Ehmed weha domand:
Ji bo kêmkirina vê pirsgrêkê û xizmeta gel yek ji pirojeyên me, kişandina avê ji Herêma Firatê bi riya stasyona El-Swer bû.
Ev piroje jî, tenê wek alîkarî ji stasyona Rlok re ye, ne çareseriya bingehîne.
Çareseriya bingehîn derxistina stasyona Elok ji destê deweleta Tirk a dagikere.
Hêjayî gotinê ye, tevî Hevpeyîmanên di navbera Emerîka û Rûsa de hatin imzekirin jî, lê ev zêdeyî 10 caran e dagirkeriya Tirk avê li ser gel dibir e û Stasyonê dide rawerstandin.