Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ civîna xwe ya 6 mehan li dar xist. Di encamnameya civînê de hate gotin: “Wê bi hêza jin Şengal azad bibe.”
Civîn ji aliyê Hevseroka Partiya Demokratik ya Êzidxanê Zehra Silêman, Endamên TAJÊ Sebîha Sebrî û Pakize Celal ve hate birêvebirin.
Civîn li navenda meclisa gel ya Gundê Xanesorê a bi ser Şengalê, bi beşdarbûna bi dehan jinan hate lidarxistin.
Di civînê de pêvajoya niha û rewşa Şengalê hate nirxandin.
Di civînê de peyama ji girtiyên azadiyê ên di girtîgehên Tirkiyê ji bo jinên Şengalê hat xwendin.
Hevseroka Gundê Zorava Zehrê Dexîl û Endama TAJÊ Niam Ilyas diyar kirin ku wan xebatên xwe yên 6 mehan nirxand û gotin:
Em hêz û vîna xwe ji Rêber APO digirin.
Wê bi hêza jinê Şengal azad bibe.
Civîn bi amedekirina pilansaziya ji bo dema pêş hate bidawîkirin.