QSD: Îdiayên dewleta Tirk nerast in û dixwazin rastiyê berevajî bikin

QSD’ê diyar kir îdîayên dewleta Tirk ên dibêjin, 3 şervanên QSD’ê dema hewl didan derbasî qadên dagirkirî bibin şehîd bûne, nerast in.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û wiha got,

“Roja 21’ê Sibatê, Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker di hesabên xwe yên fermî de nûçeyek nû belav kir. Li gorî vê nûçeyê, 3 şervanên me hewl dane derbasê herêmên di bin dagirkeriya wan de bibin û hatine şehîd xistin. Ev agahî ne rast in, tu tevgera hêzên me di wan herêman nîn e. Dewleta dagirker ku di êrişên xwe yên li hember Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê û Sûriyê de bi piranî kesên sivîl hedef digire, bi nûçeyên bi vê rengî dixwaze rastiyê berovajî bike û şerê taybet dimeşîne. Pêwîst e gelên me û raya giştî li hember polîtîkaya şerê taybet bi hîşyarî tevbigerin.”

Back to top button