Ukrayna: Rûsya bi zanabûn binesaziya bajaran dike armanc

Rûsya li rojhilatê Ukrayna rojên zehmet derbas dike.
Artêşa Ukrayna ya êrişek dijber li dijî hêzên Rûsya dayî despêkirin heta niha 3 herêm kontrol kirine.
Hemwextî vê hêzên Rûsya ji herêma Xarkovê vekişiyan.
Rûsya jî bi êrişên li ser binesaziya navendên bajaran bersiva hêzên Ukraynî dide.

Di demekî ku şerê li Ukrayna 201 roje didome de, Rûsya zehmetiyên mezin dibîne.

Hêzên Rûsya yên li rojhilatê welat nikarin pêşdeçûna xwe bidomînin, li pêşberî artêşa Ukrayna têkçûnên mezin dijîn.

Hemwextî vê yekê Ukrayna Rûsya tawanbar kir ku êrîşî navendên binesaziya sivîl kir.

Li gorî rêveberiya Kîevê ev êrişên li dijî navendên bajar pêk tên, ji ber tolhildana leşkerên wê yên ku di nava demên dawiyê de ji Xarkovê paşde kişandî ye.

Berpirsên Ukrayna gotin,

Di encama êrişên Rûsya ku bi armanca tolhildanê de navenda avê û santrala elektrîkê ya li Xarkivê kirin armanc.

Artêşa Ukrayna li Rojhilatê welat pêşve diçe

Ji aliyê din ve Kîev ragihand ku pêşdeçûna artêşa Ukrayna li rojhilatê welat dewam e.

Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê di raporta xwe ya rewşê ya îro weşandin de ragihand ku vegerandina erdên li Xarkiv û Donetsk ji Rûsan dewam e.

Li gorî fermandariya Ukrayna bi giştî bêtirî 40 wargeh hatine vegerandin.

Di bin zexta êrîşên dijber ên Ukraynayê de, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê vekişîna hin leşkerên xwe ji herêma Xarkovê ragihand.

“Ji nûve komkirina” yekîneyan a stratejîk wekî hinceteke fermî ya vekişînê hat binavkirin.

Zelensky kontrolkirina Îzyumê ragihand

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky doh danê êvarê ragihand ku bajarê Îzyum stratejîk girîng careke din hatiye kontrolkirin.

Zelensky di peyama xwe vîdeo de diyar kir ku ala neteweyî li herêmê hatiye bilindkirin.

Îzyum yê bajareke biçûk e, 140 kîlometre li başûrê rojhilatê Xarkivê dikeve.

Zelensky di saetên derengiya şevê de li ser hesabê xwe yê Twitterê jî îşaret bi êrişên Rûsya yên armanckirina binesaziyên bajaran kir û got:

“Ti navendên leşkerî li nava bajar nîne.

Armanc ew e ku mirov ji germ û ronahiyê bêpar bimînin.”

Moskow red dike ku leşkerên wê bi zanabûn sivîlan dikin armanc.

Hêzên Rûsya piştî meha Adarê ji derdora Keîvê paşde kişiyan, şikestinên herî mezin dixwin.

Dema ku leşkerên Rûs ji bajarê Îzyum paşde vekişiyan, cebilxane û alavên leşkerî li pey xwe hiştin.

Fermandariya Ukrayna ragihand ku heta niha hêzên wan bêtirî 3 hezar kîlometre çargoşe ji hêzên Rûsya paşde girtine.

Back to top button