ANNA LÎNDE: DIVÊ TIRKIYÊ BI LEZGÎNÎ LEŞKERÎN XWE JI SÛRIYÊ VEKIŞÎNE

Wezîra Karê Derve ya Swêdê Anna Lînde daxwaza lezgîn a vekşandina leşkerên Tirkiyê kir.

Wezîra Swêdî Anna Lîndy diyar kir ku rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûrî pir trajîdî û bi fikar e .

Tirkiye tevî nerazîbûnên hêzên navdewletî û li dijî hiqûqa navdewletî dest bi êrîşên leşkerî kir.

Lîndy destnîşan kir ku piştî êrîşên dewleta Tirk ne aramiya li herêmê zêdê bû, lewma divê Tirkiyê leşkerên xwe vekişîne.

Wezîra Karê Derve ya Swêdê anî ziman ku piştî êrîşan bang li balyozxanê Tirkiyê kiriye û fikarên xwe yên têkildarî bûyerên rû dane anîne ziman.

Her wiha da xuya kirin ku hikûmeta Swêdê firotina çekan a ji bo Tirkiyê rawestandiye û ji Yekîtiya Ewropayê jî daxwaz kiriye ku frotina çekan rawestîne.

Leave a Reply

Back to top button