PYD’ê îdîayên rêveberiya Deriyê Pêşxabûr red kirin

Nivîsgeha Ragihandinê ya PYD’ê daxuyaniya rêveberiya deriyê Pêşxabûr red kir û got: “Em bang dikin ku nirxên niştîmanî û neteweyî neyên derbaskirin û nebin aliyekî zelal li dijî gelê me û destkeftiyên wî.

Rêveberiya deriyê PêşXabûr ê Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê Partiya Yekitiya Demokratîk PYD tohmetbar kir ku ew derî bi armancên ji bilî yên mirovî bi kar tîne.

Nivîsgeha Ragihandinê ya PYD’ê jî ev îdia red kirin û destnîşan kir ku îdiayên wiha di vê dema hestiyar de ku herêm û seranserî Kurdistan tê re derbas dibe, rewşê aloztir dike.

PYD’ê got: Rêveberiya deriyê Pêş Xabûr daxuyaniyeke dûrî rastiyê da,

Ev yek jî bi armanca ku kiryarên xwe yên dawîn nexasim girtina deriyê Sêmalka – PêşXabûr ê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê, veşêre.

PYD’ê dawiyê bang kir ku kiryarên bi vî awayî rawestinin û nirxên niştîmanî û neteweyî neyên binpêkirin û nebin aliyekî zelal li dijî gelê me û destkeftiyên wî.

Rêveberiya Deriyê Sêmalka biryara girtina derî şermezar kir

Back to top button