Rêber Apo: Azadiya min girêdayî azadiya gelê Kurd e

Ev 24 salin bê navber Rêber Apo di nav tecrîtek girankirî deye. Ev du sale jî tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Em çend nirxandinên Rêber Apo derbarê komplo û tecrîtê ku di parêznamên xwe de kirî temaşe bikin.

Rêber Abdullah Ocalan gelek caran di hevdîtin û parêznameyên xwe de qala komlo û tecrîda li Îmraliyê kiriye .

Beşek ji nirxandinên Rêber Apo wiha ne.

Roja aqilgirtin û erkên xwe derxistina zanebûnê ye. Roja eşkerekirina komployê ye. Komploya ku dixwazin di şexsê min de pêş bixînin, gelek kûr e. Pêvajo hin jî zelal nîne. Lê belê, em aqlê selim nêzikbûn û bi zanistî tevgeriyan. Ez li vê derê, her roj di nav berxwedanekê de me.

Bi sebir, dirayet û têgihiştibûneke bilind berxwedaneke mezin didim. Dirayet serkeftinê jî pêk tîne.

Komplo hîn neqediyaye û wê berdewam bike!

Welatên Ewrûpa, Yewnanistan, Rûsya, Almanya, Îngiliz, Îsraîl û Mossad tevgereke pak a azadiyê naxwazin.

Bi vî rengî hewl da ku Tikiyê bixe bin destê xwe.

Tiştî ku Ewrûpa anî serê me, ez, wekî ji nûve çarmîxkirina Îsa dinirxînim.

Ewrûpa, li ser bingeha înkarkirina çanda xwe, di şexsê PKK’ê de polîtikaya Kurd dide meşandin.

Amerîka jî, min diyarî Tirkiyê kir ku da Tirkiyê qezenç bike û her wiha Rojhilata Navîn, Asya Navîn û Balkanan bi xwe ve girê bide.

Di dewleta Tirkiyê de çetebûn pêk hatiye. Eger ez bême îmhakirin wê çêbibe?

Wê Tirkiye bikeve nav tengaviyeke mezin û pêncî sal girêdayî derve jiyan bike.

Pêwist e, li ser bingeha xeta parastina rewa berxwedan pêk were. Me heta dawî got; aştî û biratî, lê naxwazin fêm bikin. Ev yek jî tê vê wateyê; diyar e ku li Tirkiyê hin kes hene xeterên mezin hildane berçav, ji ber vê yekê jî, wiha tev digerin.

Em dixwazin li Tirkiyê, xwedî li gelê xwe der bikevin. Pêwist e, em karê rêxistiniyê hîn bi lez û beztir bikin. Ji ber lîstika ku tê meşandin mezin e. Bila gelê me şaş nefikire, wê Tirkiye teqez biguhere.

Tirkiyeke demokratîk, tê wateya azadiya gelê me jî. Em azadî û çareseriyê, li deriyê Yekîtiya Ewrûpa û Amerikayê nagerin. Rizgariyê, di demokrasiyê de dibînin. Me du gav avêtin, du agirbest ragihandin û niha jî di xeta parastina rewa de ne.

Em niha dikevin pêvajoyeke awarte. Afrînerî pêwist e. Heyama ku em tê de ne, kordînasyoneke awarte disepîne.

Pêwist e, em demê pir baş bi kar bînin. Ji bo mirov têk neçe, divê mirov xwedî hêz be. Dema mirov karekî rast kir, wê demê mirin were jî watedar e.

Eger tiştekî bi min were, wê lêkdan, mirin û kuştin pêş bikeve. Ji bo ez, 50 hezar kes bidim jiyankirin, hewl didim xwe rojekê zêdetir bidim jiyankirin. Pêwist e, em li hemberî komplogeran beşê biratiyê pêş bixin.

Azadiya min bi azadiya gelê Kurd ve girêdayî ye. Ji wan re bibêjin; ku em azad bibin emê bi hev re azad bibin, emê bi hev re yekitiya azad bi dest bixin.

Back to top button