Artêşa Tirk beriya saetekê gundê Til El-Leben yên Til Temirê topbaran kir.
Li gundên Eyn Îsa jî ji ber êrişan welatiyek şehîd bû.
Artêşa Tirk êrişî Til Temirê kir û gundê Til El-Leben topbaran kir.
Dagirkeriye gundê Teyba, Hiwêca yê Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kir.
Eyn Îsa- ji ber êrişan welatiyek şehîd bû
Di encama êrişên dagirkeriyê de welatiyê bi navê Salih El-Elî yê 61 salî şehîd bû.
Gundên Til-Temir, Girê Spî, Kobanê û Efrînê hatin topbarankirin
Di seatên piştî nîvro de jî gundê Mieleq ê kantona Girê Spî bi çekên giran hat topbaran kirin.
Her wiha bi deronekê jî êriş li dijî gundê Dibis ê Girê Spî pêk hatiye.
Di seatên ber êvarê de jî gundê Bênê yê navçeya Şêrawa hat topbarankirin.
Li Kobanê jî gundên Zormixar, Çarqilî û Ziyaretê yên rojavayê bajarê Kobanê bi çekên giran êriş hebû.