Bi dirûşma “Azadî ji zarokatiyê dest pê dike, Bi rihê zarokatiyê em ê Rêber Apo azad bikin”, Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê Mîhrîcana Zarokan a 3. li dar xist.
Bi sedan zarokên Efrîn û Şehbayê beşdarî 3’emîn Mîhrîcana Zarokan bûn ku li Hola Mîtan a li navçeya Ehdas a Şehbayê hate lidarixstin.
Di mîhrîcanê de hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî û mîhrîcan li zarokan pîroz kir û got:
“Em di vê kombûnê de hewla avakirina pêşerojeke azad ji bo van zarokan dibînin.”
Piştre 13 komên govend û stranan ên zarokên Efrîn û Şehbayê derketin ser dikê.
Di mîhrîcanê de pêşbirk jî hatin lidarxistin.