Hêzên QSD’ê di encama operasyoonekeê de 9 çeteyên DAIŞ’ê li rojhilatê Dêra Zorê girtin.
Navenda ragihandina QSD’ê derbarê operasyonê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Hêzên me bi piştgiriya Koalisyona Navdewletî roja înê 9 çeteyên DAIŞ’ê li gundên Kesra, Tigêhî, û Zirr ên rojhilatê Dêra Zorê girtin.
Gelek çek, alav û belge jî li ser wan hatin desteser kirin.”
Navenda ragihandina QSD’ê diyar kir ew ê operasyonên xwe dijî şaneyên DAIŞ’Ê dewam bikin û ewlehî û aramiya herêmê biparêzin.
Hêzên QSD’ê duh jî bi operasyonekê 3 çeteyên şaneyekê DAIŞ’ê li bakurê Reqayê girtin.