Meclisa Jina li Helebê daxuyaniyek da û banga azadiya fîzîkî ya rêber Apo kir.
Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a Helebê tecrîda girankirî ya li dijî rêber APO bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Meclisa Jinan di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO têbikoşin û rêya şehîdan bişopînin û gotin:
“Bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dê jin girêdayî îradeya azad bin.
Berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê ji bo tevahî gelên bindest hêz e.
Meclisa Jinan dawiyê ev tişt got:
“Rêbertî banga çareseriya aştiyane ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn kir.
Ji ber ku pêwîstiya gel bi çareserî, jiyana hevbeş a bi rengekî demokratîk, exlaqî û azadî-xwaziya jinê bi rêya projeya neteweya dmeorkatîk heye.