Li herêmên Hikûmeta Şamê krîza aborî her diçe kûr dibe

Sûriyên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de ji ber krîza aborî ya dijwar di nava şertên zehmet de dijîn. Hikumet jî guh nade bangên welatiyan û biryarên dûrî rewşa jiyanê dide. Li rex wê lîreyê Sûrî jî li hember pereyên biyanî nirxê xwe wenda kiriye û vê jî alozî hîn kurtir ye.

Bi derbasbûna 10 salan di ser krîza Sûriyê re, eşkere ye rewşa aborî ya welat ber bi hilweşînê ve diçe..

Li herêmên hikumeta Şamê serwer, welatiyan sala nû bi gelek krîzên aborî pêşwaz kir..

Bilindbûna nirxê sotemeniyê û kelûpelên sereke ku hikumetê biryara wê daye, dûrbûna wê ji kolanê û rewşa gel nîşan dide..

Hikumet biryarên ku rewşa xelkê kambaxtir dike digre

Hikumeta Şamê di 11’ê Kanûna 2021’an de biryara zêdekirina lîtreyê benzîna 90, kir hezar û 100 lîre.

Berê jî hikumeta Şamê bihayên mazot û benzîna 90 bilind kir,

Bihayê lîtreya mazotê gihişt hezar û 700 lîreyê Sûriyê û benzîna Oktan 90 2 hezar û 500 lîreyê Sûriyê ye.

Di heman demê de bihayê benzînê li sûka reş, gihaşt 3 hezar û mazot jî gihaşt 4 hezar lîreyê Sûriyê.

Rojnamgerekî li Şamê ku nexwestiye navê xw bibêje, ji ajansa Hawarê re vê yekê tîne ziman:

“Bihayê lîtreyek mazota sobeyan gihaşt 500 lîreyê Sûriyê, bi wê re her malbatek tenê 50 lître mazot di dirêjahiya salê de werdigire. Ango divê tenê di rojê de nîv lître mazot xerc bike.”

Zêdekirina bihayên sotemeniyê bandora xwe li çûn û hatinê jî kir. Bihayê erebeyên kirê li hember her kîlometreyekê bû 500 lîreyê Sûriyê.

Krîza gazê jî di çend salên borî de yek rojevên sereke yên gel bû.

Hikumeta Şamê di vê mijarê de jî di mijdara 2021’an de biryara bilindkirina bihayê gaza malan girt..

Li gorî rojnamegeran, guhartina tupa gazê bi 10 hezar û 500 lîreyê Sûriyê ye. Lê beriya wê bi 3 hezar û 800 bû û peydakirina wê zehmete..

Tupa gazê li sûka reş jî di navbera 120 heya 150 hezar lîreyê Sûriyê tê peydakirin..

Ji destpêka sala 2021’an û heta 2022’an, nirxê kelûpelan û xwarinê li sûkan pir bilind bû û bihayên hin madeyan ji sedî 400 bilindtir bû.

Li gorî malpera”El-Meşhed” a hikumeta Şamê bihayê penêr, goşt, sebze û fêkiyan gihaşt ji sedî 50.

Li gorî heman malperê, sebze jî bi taybetî bihayê kartol ji 670 lîre gihaşt 2 hezar û 800 lîreyê Sûrî.

Kîloya şekir jî ji 600 lîreyî gihaşt 2 hezar û 600’î..

Kirîza nan jî yek ji kirîzên serekeye.

Piştî ku hikumeta Şamê hejmara nan bi rêya kertan “bîtaqa zekiye” belav kir, li pêş firnan tabûrên dirêj ji welatiyan kom bûn..

Li gorî agahiyan, serbazên hikumetê kîsek nan bi 200 lîreyê Sûrî dikirin û li sûkên reş bi 5 qatî zêde difroşin.

Di nîvê Kanûna borî de, Beşar Esed biryar da ku ji sedî 30 mûçeyên karmendan li saziyên xwe zêde bike û mûçeyên karbesan bi rêjeya ji sedî 25 zêde kir.

Bi vê zêdebûnê re jî mûçeya van karmendan bû 30 dolar.

Li gorî pisporan her malbateke sûrî pêdiviya wê ji bo debara jiyanê ya heyvekê bi 250 dolar heye.

Back to top button