Rêveberiya Deriyê Sêmalka biryara girtina derî şermezar kir

Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê ragihand ku Rêveberiya Pêşxabûrê bê sedem deriyê sînorî li pêş çûnûhatina mirovan û bazirganiyê girtin.
Îro jî, Sêmalkayê daxuyaniyek berfireh belav kir û tê de eşkere kir ku biriyara girtina derî ji aliyê PDKê ve hatiye dayîn û wekî karteke fişarê li dijî gelê herêmê bi kar tîne.
Sêmalkayê got ku girtina derî, bû sedema şehadeta hin hevalên me.

11’ê Gulanê bi biryareke yekalî ji rêveberiya derî ya Pêşxabûrê, deriyê sînorî Sêmalka, yê di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê girtin.

Piştî vê biryara yek alî, yekser Rêveberiya deriyê sînorî yê Sêmalkayê daxuyaniyek da û got.

Sedemên girtina derî nehatine eşkerekirin û desthilatdarên PDK’ê bêyî tu agahiyan bide Rêveberiya Sêmalkayê, deriyê sînorî li pêş çûnûhatina mirovan û bazirganiyê girt.

Piştî girtina derî bi çend rojan, ango doh desthilata PDK’ê daxuyaniyek da û hin hicetên ku girtina derî rewa bike dan.

Têkildarî mijarê rêveberiya deriyê Sêmalka ya Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê bersiv da daxuyaniya Rêveberiya Pêşxabûrê.

Rêveberiya deriyê sînorî yê Sêmalkayê ragihand ku rêveberiya pêşxabûr, hewil dide bi tawanên ku diafirîne, binpêkirinên xwe yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê veşêre.

Di daxuyaniyê de îdiayên PDK’ê yên wekî derbaskirina teqemeniyan hatin redkirin û hat diyarkirin ku derî tenê ji bo rewşên mirovî tê bikaranîn.

Rêveberiya Deriyê Sêmalka desntîşan kir ku tevî kiryar û nêzîkatiyên PDK’ê jî, derî tu carî ji aliyê rêveberiya xweser ve nehatiye girtin û wiha got:

“Ji bo ku zirar negihîje tevahî gelan, me ji aliyê xwe ve tu derî negirtin.

Em her tim bang dikin ku mijarên mirovî ji mijarên siyasî werin veqetandin.

Rêveberiyê di dewamê de got ku girtina derî, bû sedema şehadeta hin hevalên me.

Her wiha gelek welatî bi hinceta ku li dijî ENKS’ê ne hatin astengkirin û destûra wan a derbasbûna Başûr nehat dayîn.

Her wekî derbarê welatiyên dixwazin biçin Başûr, lêpirsînên îstîxbaratî tên kirin.

Rêveberiya Deriyê Sêmalkayê da xuyakirin ku rayedarên PDK’ê hewil didin derî wekî alaveke zextê bi kar bînin û got:

Deriyê sînor ji aliyê Bakûr û Rojhilatê Suriyê ve vekiriye, lê PDK berpirsê girtina deriyê Pêşxabûr e ku nahêle birîndar û nexweş derbas bibin, her wiha derî dixe xizmeta rayedarên ENKS’ê.

Dawiya daxuyaniyê, bang li desthilata Başûrê Kurdistanê hat kirin ku dest ji van zextên li ser welatiyên Rojava berde.

PDK′ê careke din Deriyê Sêmalkayê girt

Back to top button