Moskowa balefira Su-57 li başûrê welat bicih kir

Balefira şer a Su-57 ya herî nûjen a Rûsya li başûrê welat hate bicihkirin.

Rêveberiya bajarê Habarovsk ya Rûsya di daxuyaniya parvekirî de ragihand ku, balefira Su-57 ya yekem radestî artêşê hatiye kirin.

Balefir radestî yekîneya leşkerî ya li Herêma Leşkerî ya li Başûrê Derya Hazar û Derya Reş hatiye kirin.

Heta dawiya salê wê 5 balefirên din jî radestî artêşê were kirin.

Rêveberiya bajar li ser balefir niha li kijan bajariye ti agahî parve nekir.

Li gorî agahiyên Wezareta Pişesazî ya Rûsya, heta dawiya sala 2024’an wê 22 cure balefirên Su-57 radestî artêşê werin kirin.

Balefira Su-57 curê 5. yê balefirên şere ku ji bo Hêzên Hewayî yên Federasyûna Rûsaya hatine hilberandin.

Tê gotin, balefir di zivirîn, lez û firîna cih de, ji balefirên F-35 ya Amerkîka pêşketîtire.

Back to top button