Ji bo xelasbûna welatên rojhilatê Afrîka ji kuliyan 38 milyon dolar pêwiste

Rêxistina Çandinî û Xurekê ya NY (FOA) ji bo têkolîna welatên Rojhilatê Afrîka ya li dijî kuliyan pêwistî bi 38 milyon dolarî heye.

Rêxistinê diyar kir ku tevdîrên li dijî keriyên kuliyan ku ji aliyê Etyopya, Kenya, Somalî, Başûrê Sûdan, Tanzanya û Ugandayê hatine girtin jî lê metirsî hîna didome.

NY dazanîn ku ji bo xebatên li dijî keriyên kuliyan li herêmê pêwistî bi 38 milyon dolarî heye.

Keriyên ku nû li Etyopya, Keyna û Somalê gihiştine, wê xwe bigihînin herêmên başûrê Sûdan, Tanzanya û Uganda.

Di daxuyaniyê de ji bo kontirolkirina zêdebûna kuliyan bang li welatan hate kirin û hate diyarkirin ku li aliyê din yê Derya Sor pirbûna kuliyan didome.

Dagirkeriya keriyên kuliyan ziyaneke zêde dide xurekan.

Sala derbasbûyî li welatên navbûrî bi sedhezaran hektar zevî ziyan dîtibûn.

Tenê li herêmeke bi qasî 1 kîlometre nêzî 40-80 milyon kulî hebûn.

Tenê di rojekê de xwarina biqasî 35 hezar kesî dixwin.

Keriyên kuliyan rojê bi qasî 150 km rê dikarin biçin.

Back to top button