2’emîn Mîhrîcana Mûzîk û Stranan a Orkêş bi deng û awazên gelan qediya. Gelek spasname û xelat li baştirîn helbest, awaz, stran, belavkirina mûzîkê û sekina li ser dikê hatin belavkirin.
Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 2’emîn Mîhrîcana Orkêş di roja xwe ya 6’emîn de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo a Qamişlo bi beşdarbûna 23 koman bi dawî bû.
Îro nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên TEV-DEM, komên hunerî yên herêmê, rewşenbîr, nivîskar û bi dehan şêniyên ji herêmê amade bûn.
Piştî rêzgirtinê kesên axivîn diyar kirin ku komên beşdarî mîhrîcanê bibûn bi deng û rengê xwe hol geş dikirin.
Erka parastina çandê dikeve ser milê her welatiyekî û bi-parastina çand û hunerê gel ji qirkirinê tê xelaskirin.
Piştre komên hunerî yên li Şehbayê û Helebê bi vîdyoyekê Mîhrîcan pîroz kirin.
Piştî axaftinan, hunermendan helbest û stran gotin û Komên Govendê, govend gerandin.
Paşê spasname li hemû komên ku beşdarî 2’emîn Mîhrîcanê bibûn, hatin belavkirin.
Û xelat li gorî baştirîn helbest, awaz, strana floklorî, belavkirina mûzîkê û sekina li ser dikê hatin belavkirin
2’emîn Mîhrîcana Orkêş bi gerandina dîlanê bi dawî bû.